Li Hewlêr karkerekî Rojava jiyana xwe ji dest da

Li Hewlêr karkerekî Rojava jiyana xwe ji dest da

Karkerek xelkê Rojavayê Kurdistanê li Hewlêr dema ku kar dikir, ji qata 5’an ya bînahiyekê kete xwarê û jiyana xwe jidest da.

Li gorî nûçeyek malpera Awêne bilav kiriye , duh piştî nîvro karkerek xelkê rojavayê Kurdistanêye dema li bajarê Hewlêrê yê başurê Kurdistanê kardikir ji qata 5’an ya bînahiyê ketiye xwar û jiyana xwe ji dest daye, karkerê ku jiyana xwe jidest daye binavê Ehmede û bavê 3 zarokane.

Hêjayî gotinêye ku, ji destpêka salê heya niha 16 karkeran li bajarê Hewlêrê didema kar dikin de ji ber qezayên cûda cûda jiyana xwe jidest dane û li ser vê yekê jî rayedarên sendîkaya Karkerên Hewlêrê dane diyar kirin ku, kesên jiyana xwe ji dest dane piranî xelkê Rojavayê Kurdistanê ne.