Li Hesekê mîtînga ji bo azadiya Ocalan

Li Hesekê mîtînga ji bo azadiya Ocalan

 Li Hesekê bi armanca pişgirtiya kampanya berhevkirina îmzeyan ji bo azadiya Ocalan mîtîngek hate lidar xistin.

Mîtîng li Taxa Salihiyê bi beşdariya dehan welatiyan bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre peyama Însyatîfa Navnetewî ji bo azadiya Ocalan hate xwendin. Di Peyamê de hate destnîşan kirin ku pêvajoya ku Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan daye destpêkirin û rawestandina çekdan pêvajoyeke nû ji bo aşîtiyê dane destpê kirin û ev kampanya berhevkirina îmzeyan bandorê li çareserkina demokratî û aştiyê bike.

Di mîtingê de helbest û stranên zarokan hatin pêşkêş kirin û piştre welatiyên ku îmze ne dabûn, ji bo azadiya Ocalan îmze dan.

Mîting bi helbestên li ser Ocalan bi dawî bûn.