Li Hesekê koma çekdar 6 rêwiyên kurd revandin
Li Hesekê koma çekdar 6 rêwiyên kurd revandin
Li Hesekê koma çekdar 6 rêwiyên kurd revandin
Komeke çekdar a girêdayî çekdarên li Taxa Nasra ya Hesekê ku êrîşî benda kontrolê ya YPG’ê kiribûn 6 rêwiyên kurd revandin.
Komeke çekdar a girêdayî çekdarên ku êrîşî benda kontrolê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li Taxa Nasra ya Hesekê kiribûn, duh piştî nîvê şevê li gundê Erîşa ya 25 kîlometre başûrê bajarê Hesekê ye otobuseke rêwiyan a fîrmaya El-Ekrem a ji Şamê dihat rawestandin û 6 rêwiyên kurd revandin û rêwî birin cihekî ne diyar.
Ajokarê otobusê diyar kir ku koma çekdar ji wî re gotine tu gihiştî Hesekê bêje ku revandina 6 welatiyên kurd weke bersivdayîna bûyerên li Taxa Nasra ya Hesekê pêkhatiye.
Hîn tu agahî ji 6 welatiyên ku ji aliyê koma çekdar ve hatine revandin nehatiye bi destxistin û nayê zanîn ka koma çekdar 6 walatî bi kûr ve birine.