Li Hesekê di navbera rejima Sûriye û Artêşa Azad de şer

Li Hesekê di navbera rejima Sûriye û Artêşa Azad de şer

Hate ragihandin li bajarê Hesekê di navbera komên Artêşa Azad û hêzên rejîmê de pevçûn derketine. Hate gotin ku hêzên rejîmê taxên Xwêran û Zihur ku çekdar lê bicîh bûne topbaran dike.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, di saetên serê sibehê de li gundê Melêbiyê ku baregeha leşkerî lê ye û nêzî 8 kîlomtere dikeve başûrê Hesekê, di navbera hêzên rejîmê û komên Artêşa Azad ku hate gotin ji aliyê Dêrê hatine de pevçûn derket. Piştî van pevçûnan komên Artêşa Azad derbazî taxên Xwêran û Zihur bûn. Li ser vê yekê hêzên rejîmê derdora demjimêr 11.00’an de ji Çiyayê Kewkê ku 10 kîlometre dikeve rojhilatê bajêr û baregeha leşkerî lê ye, herdu tax topbaran kirin.

Hate ragihandin ku, topbaran didome û gelek welatiyan jî ji van taxan koç kiriye.