Li Hesekê 350 şagirtên zimanê kurdî bawername girtin
Li Hesekê 350 şagirtên zimanê kurdî bawername girtin
Li Hesekê 350 şagirtên zimanê kurdî bawername girtin
Li bajarê Hesekê 350 şagirtên refa yekê ya zimanê kurdî, piştî bidawîbûna dewreyê bawernameyên xwe girtin.
Saziya Zimanê Kurdî (SZK), li bajarê Hesekê bawername dan 350 şargirtên ku dewreya ziman a refa yekemîn bi serkeftî qedandine. Bawername li Navenda Meclîsa Biratiya Gelan a Hesekê, bi merasîmekê hatin belavkirin. Endamê Desteya Bilind a kurd Ebdilselam Ehmed di merasîmê de axivî û şagirt pîroz kirin.
Endamê Meclîsa Biratiya Gelan Taha Ermela jî bal kişand ku zimanê kurdî zimanekî kevnare ye û pêwîste her kes xwe fêrî zimanê kurdî bike. Piştî axaftinan bawername li şagirtan hatin belavkirin.