Li Hesekê 15 şervanên YPG’ê jiyana xwe ji dest dan

Li Hesekê 15 şervanên YPG’ê jiyana xwe ji dest dan

Di encama êrîşa xwekujî ya ku çeteyên DAIŞ’ê li Hesekê bi du wesayitên bombebarkirî li dijî hêzên YPG’ê pêk anî de, 15 şervanên YPG’ê jiyana ji xwe dest dan û 6 şervan jî birîndar bûn.

Navend Çapemeniya YPG’ê  derbarê teqînên îro li bajarê Hesekê rûda daxuyaniyek da û da zanîn ku di encama êrîşa xwekujî ya ku çeteyên DAIŞ’ê li Hesekê bi du wesayitên bombebarkirî li dijî hêzên YPG’ê pêk anî de, 15 şervanên YPG’ê jiyana ji xwe dest dan û 6 şervan jî birîndar bûn.

 Daxuyakiya ku di malpera ya fermî ya YPG’ê de hate weşandin wiha ye: “Çeteyên DAIŞ'ê îro piştî nîvro li taxa Mişefre ya Hesekê bi 2 wesayitên bombebarkirî, li du deverên cuda êrîşek pêk anîn. Ev êrîş li dijî yekîneyek me ya ku ji bo wezîfeyekê li ser rê bûn pêk hat. Di encama vê êrîşê de 15 hevalên me şehîd bûn, 6 hevalên me jî birîndar in.”