Li Herêmên Parastinê yên Medya gera balafirên keşfê
Li Herêmên Parastinê yên Medya gera balafirên keşfê
Li Herêmên Parastinê yên Medya gera balafirên keşfê
Balafirên şer ên artêşa Tirk, li ser Herêmên Parastinê yên Medya keşifê pêk anîn. Herêmeke din a balafirên artêşa Tirk lê keşif pêk anîn jî herêma Çemçê ya navçeya Qaqizman a Qersê ye.
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG’ê (NÇR-HPG) ku daxuyaniyeke nivîskî weşand diyar kir balafirên keşfê yên artêşa Tirk 15’ê Cotmehê di navbera saet 13.00 û 16.00’an de, dîsa saet 22.30 û 23.00’an li ser herêma Zap a girêdayî Herêmên Parastina Medya keşifê pêk anîne.
LI ÇEMÇÊ KEŞF ZÊDE BÛN
NÇR-HPG’ê diyar kir ku 16’ê Cotmehê (îro) saet 10.00’an li ser herêma Çemçê ya girêdayî navçeya Qaqizman a Qersê gera balafirên keşfê zêde bûye. Dîsa hat diyarkirin ku gera keşifan a li ser vê herêmê bênavber berdewam dike.
LI ŞAXÊ LEŞKER BI GEL DARAN DIDIN BIRÎN
Qereqola gundê Xavişta ya girêdayî navçeya Şax a Wanê bi gelê gund daran didin birîn. NÇR-HPG’ê gelê herêmê ji bo neyên lîstikeke wiha hişyar kir û diyar kir ku divê bi baldarî lê hişyar bin. NÇR-HPG’ê got: “Zerardayîna dar û daristanan sûc e.”