Li herêmên gerîlayan şitil hatin çandin

Li herêmên gerîlayan şitil hatin çandin

Li herêmên di bin kontrola gerîlayan de bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan roja 4’ê nîsanê dar hatin çandin û pîrozbahî hat lidarxistin.

Tevî Endamê Konseya Leşkerî ya HPG’ê Kemal Garzan, ji fermandarên YJA-Starê Nesrîn Bêrî Amed, Guneş Sêwaz û ji fermandarên HPG’ê Omer Cûdî û Rustem Firat, zêdetirê sed gerîla tevlî pîrozbahiyê bûn.

Gerîlayan 64’emîn salvegera rojbûna Ocalan a ku weke sala têkoşîna “Rizgariya Demokratîk” tê binavkirin pîroz kirin û meşa Amarayê silav kir.

Di pîrozbahiya ku li Goristana Şehîd Bêrîtan pêk hat de Endamê Konseya Leşkerî ya HPG’ê Kemal Garzan axivî û rojbûna Ocalan, li Ocalan, gelê Kurdistanê, hemû gelên herêmê û gerîlayaên beşdar pîroz kir.

Piştî axaftina Garzan, gerîlayên tevlî merasimê bibûn dirûşimên “Bijî Serok Apo”, “Bi can, bi xwîn, em bi te re ne, ey Serok” qêriyan. Piştre gerîla çûn ser gorra fermandara PKK’ê Gulnaz Karataş (Bêrîtan) û weke her salê dar çandin.

Piştî çandina daran gerîlayan bi govendê dawî li pîrozbahiya xwe anîn.