Li herêmên gerîla tevgera balafirên şer û keşifê
Li herêmên gerîla tevgera balafirên şer û keşifê
Li herêmên gerîla tevgera balafirên şer û keşifê
Balafirên şer ên dewleta Tirk li ser herêma Qendîl a girêdayî Herêmên Parastina Medya re geriyan. Duh di navbera saet 16.00 û 18.00’an û bi şev navbera saet 01.00 û 02.00’an de balafirên keşfê yên artêşa Tirk li ser herêma Zapê geriyan.
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG’ê (NÇR-HPG) ku daxuyaniyek nivîskî weşand diyar kir balafirên şer ên artêşa Tirk li ser herêma Qendîl a girêdayî Herêmên Parastina Medya di 18’ê Cotmehê (îro) di saet 06.30’an de geriyane.
Hat diyarkirin di 17’ê Cotmehê saet di navbera 16.00 û 18.00’an û navbera saet 01.00 û 02.00’an balafirên bêmirov ên artêşa Tirk li ser herêma Zapê ya girêdayî Herêmên Parastina Medya geriyane.
NÇR-HPG’ê diyar kir ev demeke li navçeyên Ebex û Bêgir ên Wanê artêşa Tirk di nava liv û tevgereke zêde de ye.