Li herêmên gerîla tevgera balafirên şer
Li herêmên gerîla tevgera balafirên şer
Li herêmên gerîla tevgera balafirên şer
Balafirên şer ên aîdî artêşa Tirk li ser herêma Zapê ya girêdayî Herêmên Parastinê yên Medya geriyan. Her wiha ji Qereqola Beyaz Çeşme ya girêdayî navçeya Pîran a Amedê li hember herêma Şehîd Birûsk êrîşa bi top û hewanan pêk hat.
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG’ê (NÇR-HPG) di daxuyaniya xwe de got ku 20’ê Cotmehê (îro) saet 03:30 û 04:30’an balafirên şer ên artêşa Tirk li ser herêma Zapê ya girêdayî Herêmên Parastinê yên Medya geriyane.
NÇR HPG got ku 19’ê Cotmehê jî ji Qereqola Beyaz Çeşme ya girêdayî navçeya Pîran li hember herêma Şehîd Birûsk êrîşa bi hewan û topan pêk hatiye.