Li herêma Çelaxa pevçûnên dijwar

Li herêma Çelaxa pevçûnên dijwar

Li gundên Siwêdiyê, Yusufiyê û Benzînxaneya Mala Şêx ên herêma Çelaxa, şevê din di navbera hêzên YPG’ê û komên bi navê Dewleta Îslamî ya Iraq û Biladî Şam/Eniya El-Nusra de pevçûnên dijwar qewimîn. Di pevçûnan de êrîşkaran wendahiyên mezin dan û xwe paşve kişandin.

Li gorî agahiyên hatine wergirtin, komên Dewleta Îslamî ya Iraq û Biladî Şam/ Eniya El-Nusra şevê din bi çekên giran ku di nava wan de tank jî hebûn, êrîşî gundê Siwêdiyê yê di navbera Girkê Legê û Til Koçer de kirin. Bi êrîşê re di navbera van koman û hêzên YPG’ê de pevçûnên dijwar derketin û heta serê sibehê dom kirin. Hate ragihandin ku di pevçûnan de komên çekdar ji 10’an zêdetir wendahî dan û xwe paşve kişandin.

Di heman saetan de komên çekdar êrîşî gundê Yusufiyê yê di navbera Çelaxa û Rimêlan de ye û Benzînxaneya Mala Şêx ku çend roj beriya niha YPG’ê bi dest xistibûn. Li her du deran jî heta serê sibehê pevçûnan dom kirin. Hate ragihandin ku komên çekdar li her du cihan bi dehan wendahî dane, lê agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

Hate gotin ku li her sê cihan cih bi cih pevçûn didomin