Li her sê eniyên Kobanê şerên dijwar diqewimin
Li her sê eniyên Kobanê şerên dijwar diqewimin
Li her sê eniyên Kobanê şerên dijwar diqewimin
Li her sê eniyên Kobanê di van kêliyan de şer û pevçûnên dijwar diqewimin.
Li gorî agahiyên ku nûçegihana ANHA'yê ya Kobanê, di van kêliyan de komên çete yên DAIŞ ê êrîşên xwe zêde dikin, li ser vê yekê jî hêzên YPG bersiveke tund dide çeteyan. Li gorî agahiyan şerê vê êvarê li Rojhilat, başûr û rojavayê bajar pir dijwar bûne. Li ser encamên şer û pevçûnan heta niha tu agahiyên zelal ne hatine bidestxistin.
Îro saet di 18.20’an de çeteyan li aliyê rojhilatê Kobanê hewl dan ku bi 2 wesayîtên bombebarkirî li pey hev êrîşî şervanên YPG’ê bikin. Lê şervanan bersiv dan û her du wesayîtên wan ên bombebarkirî beriya ku bigihêjin armanca xwe teqandin. Her wiha li eniya rojhilat çeteyan êrîşên xwe dijwartir kirin û şervanên YPG’ê bersiva wan dan.