Li her sê eniyên Kobanê şer giran e
Li her sê eniyên Kobanê şer giran e
Li her sê eniyên Kobanê şer giran e
Li eniyên rojava, başûr û rojhilatê kantona Kobanê di navbera şervanên YPG/YPJ û çeteyên DAIŞ'ê de şer û pevçûn di asteke bilind de dewam dike.
Çeteyên DAIŞ'ê ku di 15'ê Îlonê de dest bi êrîşên xwe yên li dijî kantona Kobanê kirin, hîn jî bi hemû hêza xwe êrîşan didomînin. Li hemberî vê jî şervanên YPG/YPJ'ê û welatiyên herêmê bi çekên xwe yên sivik li ber xwe didin û bi derfetên kêm derbeyên giran li çeteyan didin.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatin wergirtin, şer û pevçûn li her sê eniyên rojava, başûr û rojhilatê herêmê di asteke dijwar de didomin.