Li her sê eniyên Kobanê şer bi dijwarî dewam dike

Li her sê eniyên Kobanê şer bi dijwarî dewam dike

Li sê aliyên herêma Kobanê di navbera şervanên YPG'ê çeteyên DAIŞ'ê de şer û pevçûn bi dijwarî heta niha didomin.

Çeteyên DAIŞ'ê ku ji 15'ê Îlonaê ve dest bi êrîşên xwe yên li dijî herêma Kobanê kirin, di roja 28'an de jî bi hêzeke mezin û çekên giran êrîşên xwe didomînin.

Êrîşên çeteyan her rastî bersivdayîna şervanên YPG/YPJ'ê ku li gorî derfetên xwe yên kêm liber xwe didin, tên. Ji ber ku çete nikarin bajarê Kobanê dagir bikin û derbeyên giran ji destê YPG'ê dixwin, hemû rêbaz û şêwazên hovane bikar tînin.

Li gorî agahiyên ji rojhilat, başûr û rojavayê herêma Kobanê hatin wergirtin, şer û pevçûn di navbera şervanên YPG'ê û çeteyên DAIŞ'ê di asta herî dijwar de didomin.

Şevê din li her sê eniyên herêmê şerên giran rû dan û di encamê de bi dehan çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn. Lê agahiyên zelel ên girêdayî hejmara kuştiyên çeteyan nehatin bidestxistin.

LI hersê eniyan şer di asteke pir dijwar de didome.