Li her du aliyên sînor berxwedan didome

Li her du aliyên sînor berxwedan didome

Li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li djî Kobanê berxwedana şervanên YPG û YPJ’ê li Pirsûsê jî nobeta berxwedanê ya welatiyan bênavber didome. Di nobeta ku jiyana komunal hatiye rûniştandin de welatiyên di nobetê de xwestin ji bo Kobanê korîdora alîkariyê bê vekirin.

Li Kobanê ku ji sê alîyan ve rastî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê tê şervanên YPG û YPJ’ê bi berxwedana xwe darbeyên giran li çeteyên DAIŞ’ê dixin. Li xeta sînor jî nobeta berxwedanê berdewam dike. Li gel êrîşên leşker û polîsan ên ku hejmara wan nayên zanîn welatiyên ku cihê nobetê naterikînin îro li herêmên ku nêzîkî sînorê Kobanê ye nobetê digirin. Gelek welatiyên ku ji Sêrt, Şirnex, Sîlopiya, Mersîn, Amed, Dêrsim û Mûşê hatine li gundê Mahser û Miseynterê nobetê digirin. Di nobeta berxwedanê de jiyana komunal didome.

Li gundê Mahser ê ku gelek welatiyên ji bajarên Tirkiye û Kurdistanê hatine nobetê digirin û heta serê sibehê şiyar man û serê sibehê jî ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê yên paqijiyê tevlî xebatan bûn. Ekîbên ku karê paqijiyê temam kirin piştre derketin li ser wesayîta paqijiyê û pevçûn şopandin û tevli nobetê bûn.

Li gundên ku beriya demeke bi êrîşên leşkeran bi hinceta ewlehiyê hatin valakirin çûn hatin qedexe ye. Gundên Zehwan, Etmanîk û gundê Serxet a Kobanê jî di nav de heta niha gelek guleyên hewanê ketin, gelek malan zirar dît û bidehan kes birîndar bûn.

Welatiyên ku li gundên Mahser û Miseynterê nobetê digirin xwestin ji bo Kobanê korîdora alîkariyê bê vekirin. Welatiyan diyar kirin ku balafirên koalîsyonê dem bi dem çeperêm çeteyên DAIŞ’ê bombebaran dikin lê bi vê re ji bo ku li Kobanê drama mirovahiyê neyê jiyîn divê korîdora alîkariyê bê vekirin.