Li hemberî nobeta berxwedanê êrîş: Jinek ciwan birîndar bû
Li hemberî nobeta berxwedanê êrîş: Jinek ciwan birîndar bû
Li hemberî nobeta berxwedanê êrîş: Jinek ciwan birîndar bû
Leşkeran bi wesayîtên zirxî û bombeyên gazê êrîşî kesên li gundê Mehser ê Pirsûsê nobeta berxwedanê digirin kirin. Di êrîşê de ku gelek bombeyên gazê hatin bikarînin, jina ciwan a bi navê Seda Demîr a bombeya gazê li serê wê ket birîndar bû.
Li hemberî kesên ev meheke li xeta sînor a Pirsûsê nobetê digirin êrîşa leşkeran didome. Leşkeran danê êvarî saet 21.15’an êrîşî bi sedan kesên li gundê Mehser nobet digirtin kirin. Leşkerên ku destpêkê gund û kesên di nobetê de dorpêç kirin, xwestin çalakvan gund vala bikin. Kesên nobetê digirin ku nexwestin gund terk bikin, leşkeran bi bombeyên gazê mudaxele kirin. Di êrîşa ku gelek bombeyên gazê hatin bikaranîn de leşkeran bombeyên gazê avêtin gelek malan.
Di êrîşa dijwar a leşkeran de bombeyeke gazê li serê jineke ciwan a bi navê Seda Demîr ket. Demîr a bi giranî birîndar bû destpêkê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê û paşê sewqî Amedê hat kirin. Doktorên nexweşxaneyê yên der barê rewşa Demîr de agahî dan, gotin ku bombeya gazê li serê Demîr ketiye û kûrbûnek 3 cm çêbûye.
Hat ragihandin ku di êrîşê de gelek kes jî hatine binçavkirin.