Li hemberî avahiya YPG’ê hewldana êrîşa întîharî

Li hemberî avahiya YPG’ê hewldana êrîşa întîharî

Hate ragihandin ku, endamekî koma Cebhet El-Nusra ê ku xwest êrîşî navenda YPG’ê ya li Çelaxa bike, piştî ku şervanên YPG’ê pê hesiyan bombeya liser xwe teqand.

Hate ragihandin ku, îro li derdora demjimêr 14.00’an de kesekî ku xwest êrîşî navenda YPG’ê ya li bajaroka Çelaxa bike, hîn ku ne gihiştiye navendê 200 metre dûrî navendê bombeya li ser xwe teqand.

Li gorî şahidên bûyerê kesê behsa mijarê ji nava dikanan derket û ber bi navenda YPG’ê ve meşiyan. Kesê ku tevgerên wî bi guman bûn, ji aliyê şervanên YPG’ê ve hate ferqkirin û hate astengkirin. Li ser vê yekê kesê ku navê wî nehat hînbûn bombeyên liser xwe teqandin. Di encama teqînê de êrîşkar mir û perçeyên bedena wî li belavî derdorê bûn.

Piştî teqînê hêzên asayîşê çûn cihê bûyerê û lêkolîn da destpêkirin.

Hate gotin ku, êrîşkar endamê Cehpet El-Nusra ya girêdayî El-Qaîdeyê ye.