Li Helebê xwendekarekî Kurd hate kuştin
Li Helebê xwendekarekî Kurd hate kuştin
Li Helebê xwendekarekî Kurd hate kuştin
Ciwanê Kurd Şemsedîn Miho (23) duh dema ji zanîngehê derket nêzî Mizgefta Elfirqan a li Taxa Elfurqana Helebê bû hedefa segvanên rejîma Sûriyeyê û di encamê de jiyana xwe jidest da.
Ciwanê Kurd Şemsedîn Miho (23) yê ku li zanîngeha Helebê pola dawî ya endazyariyê dixwend, duh dema ji zanîngehê derket nêzî Mizgefta Elfirqan a li Taxa Elfurqana Helebê bû hedefa segvanên rejîma Sûriyeyê û jiyana xwe jidest da. Cenazeyê Miho bi merasîmekê li goristana Taxa Xerbî ya Cindêris a Efrînê hate definkirin.
Di merasîmê de Endamê Partiya Yekîtiya Demokratîk a Sûriyeyê (Elwehdê) Mehmûd Yûsif axivî û bal kişan ser xebatên Şemsedîn Miho yên di nava Partiya Yekîtiya Demokratîk a Sûriyê de.
Şemsedîn Miho (23) di nava Partiya Yekîtiya Demokratîk a Sûriyeyê (Elwehdê) de cihê xwe digirt û li zanîngeha Helebê pola dawî ya endazyariyê dixwend.