Li Helebê li bin topbaranê de pîrozbahiya 4’ê Nîsanê

Li Helebê li bin topbaranê de pîrozbahiya 4’ê Nîsanê

Li Taxa Şêxmeqsud a Helebê ya Suriyê ku ji 29’ê Adarê û vir de topbarana rejîma Baasê didome, tevî topbaranê jî bi munasebeta 4’ê Nîsanê jinên taxê berê xwe dan baxçeyên daran û şitilên daran çandin.

Li Taxa Şêxmeqsud a Helebê jinên kurd, di bin topbaranê de, berê xwe dan baxçeyê daran ê li nava taxê û li vir bi munasebeta rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan şitilên darên fêkî çandin.

Jinên ku cilên netewî lixwe kiribûn piştî çandina daran, li ser stranan govend gerandin û sloganên piştgiriya bi Yekîneyên Parastina Gel (YPG) re qêriyan.