Li Hamburgê ji bo vekirina 'korîdorê' çalakî
Li Hamburgê ji bo vekirina 'korîdorê' çalakî
Li Hamburgê ji bo vekirina 'korîdorê' çalakî
Li bajarê Hamburg a Elmanyayê jinên Kurd bi armanca protestokirina êrîşên DAIŞ’ê yên li hember Kobanê çalakiyek pêk anîn. Jinan daxwaz kirin ku di bin kontrola NY’ê de korîdorek bê vekirin.
Li bajarê Hamburg a Elmanyayê bi rojane li dijî DAIŞ’ê çalakiyên protestoyî pêk tên û duh jî berdewam kirin. Bi banga Meclîsa Jinan a Rojbîn re di saetên êvarê de li navenda bajar çalakî û mîtÎngek pêk hat û bi sedan jin tevlî mîtîngê bûn. Êrîşên DAIŞ’ê hatin protestokirin û her wiha nêzîkatiya dewleta Tirk jî hat şermezarkirin. Her wiha jinan daxwaz kirin ku qedexeya PKK’ê ya li Elmanyayê rabe û di bin çavderiya NY’ê korîdor ji bo Kobanê bê vekirin.


