Li gundên Qendilê ji ber barana zêde lehî rabû

Li gundên Qendilê ji ber barana zêde lehî rabû

Ji ber barana zêde, li gundên Qendîlê lehî rabû.

Li herêma Qendîlê ya Başûrê Kurdistanê, barana ku duh danê êvarê saet di 18'an de destpê kir, li gundên Bokriskan, Dola Balayan, Sûredê, Enzê Kozînê û Zergelê zêde kir.

Lehiya ku ji ber barana zêde rabû, herî zêde bandor li gundê Bokrîska kir. 

Xebatkarên Şaredariya Binarê Qendîlê, li gel hevserok Tirifa A. Rahman, ji saet 22'an heta saet 1'ê şevê, ji bo ziyan negihêje gel bi hemû derfetên xwe xebitîn.