Li gundên Hedad û Himêra pevçûn

Li gundên Hedad û Himêra pevçûn

Li derdora gundê Hedadê û gundê Himêra yên ku 23 kîlometre dikevin başûrê Tirbespiyê di navbera Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û çekdarên Cebhet El-Nusra de pevçûn derketin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmê hatine girtin, 2 saet beriya niha komeke çekdar a Cebhet El-Nusra êrîşî benda kontrolê ya YPG'ê ya li nêzî gundê Hedadê kir û pevçûn derket.

Hate ragihandin ku di encama bersivdayîna şervanên YPG'ê de koma êrîşkar vekişiyaye gundê Himêra yê 23 kîlometre dikeve başûrê Tirbespiyê.

Şer û pevçûn li vir jî dom dikin.