Li gundê Miştenûr û derdora wê şer û pevçûnên dijwar

Li gundê Miştenûr û derdora wê şer û pevçûnên dijwar

Li Kobanê ya 19 roj in di bin êrîşen çeteyên DAIŞ de ye şer û pevçûnên danê êvarî destpê kirin bi dijwarî didomin.

Li gor agahiyên hatin wergirtin, çeteyên DAIŞ ji her sê eniyan li hember şervanên YPG-YPJ’ê ku êrîş dane destpêkirin şer û pevçûn bi taybet li gundê Miştenûr û derdora wê dijwar bûne. Hat diyarkirin ku şervanên YPG-YPJ'ê jî bi berxwedaneke dijwar bersiv dane û li hember çeperên çeteyên DAIŞ çalakiyan li dar dixin.