Li gundê Kolka yê Şengalê zarok û futbol
Li gundê Kolka yê Şengalê zarok û futbol
Li gundê Kolka yê Şengalê zarok û futbol
Kolka, navê gundekî Şengalê ye. Ev gund ji 15-20 malan pêk tê. Xanî hemû bi hev ve ne, her kesê li vî gundî cîranê hev in. Xanî bi axa ji vê derê hatine çêkirin, lewma rengê hemûyan krem e. Di nava van xaniyên ji rengê kremê de, çend xaniyên ji kiremîtê hatine çêkirin jî hene.
Tevî ku hejmara xaniyan kêm e jî nifûsa gund têra xwe heye. Sedema vê jî ew e ku êdî li vî gundî bi tenê şêniyê wê nîne. Mirovên ji gundên derdorê yên ji komkujiya 3'ê Tebaxê rizgar bûn û tevî derfetên wan hebûn jî nexwestin cih û warên xwe biterikînin, li vî gundî bicih bûne.
Lewma jiyana civakî ya li vî gundî, li gorî rewşa berê gelekî guheriye. Ji mijarên sohbetê heta têkiliyên rojane, gelek tişt hatine guhertin, dewlemend bûne.
Ji nava vî gundê li kêleka çemekî yê li çiyayê Şengalê, rêyeke asfaltê ya heta herêmeke bi navê Çilmera diçe, heye. Li jêrê vê rêya ku gund kiriye du perçe, qadeke vala heye ku zarok ji xwe re weke cihê lîstikê bikar tînin.
Li gund hejmara zarok û ciwanan gelekî zêde ye. Zarok û ciwan, li gorî rewşa zehmet a ew dijîn, hewl didin rojên xwe derbas bikin. Ciwan, nikarin li karên xwe yên berê vegerin, zarok jî hînê di dema dibistanên seretayî de ne û di salên bihurî de dest bi xwendina li dibistanê kirine. Wan jî fêm kirine ku divê ev jiyan bê dewam kirin û bi derfetên di destê xwe de hewl didin jiyanê dewlemend bikin. Yek ji van dewlemendiyan jî qada futbolê ya li jêrê rê hatiye kirine. Ev der ji du meydanan pêk tê û bi hev ve ne. Li yek ji wan ciwan, li ya din jî zarokên di temenê dibistana seretayî de ne, futbolê dileyzin.
Li van her meydana, hejmara tîmên dileyzin mîna maçeke asayî ji 22 kesan pêk nayê. Carna hejmar kêtir e, carna jî zêdetir. Di her maçekê de, li gorî temenê lîstikvanan, temaşevanên wan jî hene.
Piştî vê maça futbolê ya me lê temaşe kir, zarokan surprîzeke din ji me re amade kirin. Li dû maçê hemû hatin cem hev, nîşaneya serketinê kirin û dirûşma "Bijî Serok Apo" û "Bijî Berxwedana Şengalê" qîriyan.