Li gorî Arinç mesele ne Kobanê ye!
Li gorî Arinç mesele ne Kobanê ye!
Li gorî Arinç mesele ne Kobanê ye!
Cîgirê Serokwezîr Arinç, di daxuyaniya der barê çalakiyên Kobanê tehdîd kir û got: “Mesele ne Kobanê ye; xwestin serhildana ku pir bi hesreta wê ne pêk bînin. Em ê cîhanê li serê wan xera bikin!
Cîgirê Serokwezîrê Tirk Bulent Arinç, di serdana Walîtiya Semsûrê Mahmut Demîrtaş de pirsên rojnamegeran bersivand.
Arinç kesên tevlî çalakiyên piştevaniya ji bo Kobanê bûne tehdîd kir û îdîa kir ku li Kobanê sivîl tune ne.
EM NIKARIN DEST Û LINGÊN POLÎS GIRÊDIN
Arinç çalakiyên piştevaniya ji bo Kobanê bi îfadeyên weke ‘hovîtî, barbarî û vandalî’ reş kir û terora dewletê ji nedîtî ve hat. Arinç got: “Li dijî kesên ku vê hovîtiyê pêk tînin em nikarin dest û lingê polîsan girêdin.” Arinç şîdeta polîsan rewa kir û wiha pêde çû: “Mesele ne Kobanê ye. Xwestin serhildana ku gelekî bi hesreta wê ne pêk bînin. Em ê cîhanê li serê wan xera bikin.”