Li Girtîgeha Tîpa F ya Wanê ji bo Kobanê greva birçîbûnê

Li Girtîgeha Tîpa F ya Wanê ji bo Kobanê greva birçîbûnê

Li Girtîgeha Tîpa F ya Wanê, girtiyên ji doza PKK'ê, ji bo destekê bidin berxwedana Kobanê, bi armanca hişyarkirinê dest bi greva birçîbûnê ya 10 rojan kirin.

Bia rmanca şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê û protestokirina polîtîkayên hikûmeta AKP'ê, girtiyên ji doza PKK'ê yên li Girtîgeha Tîpa F ya Wanê, dest bi greva birçîbûnê ya 10 rojan kirin. Hat ragihandin ku ev greva birçîbûnê ya bi armanca hişyarkirinê destpê dike, eger êrîşên DAIŞ'ê dewam bikin û hikûmeta AKP polîtîkayên xwe neguherîne, wê dewam bike. Serokê TUHAY-DER a Wanê Ahmet Aygun der barê mijarê de agahî da û bal kişand ser vê peyama girtiyên PKK'yî yên bi rêya malbatên xwe weşandin: "Em nikarin li hemberî hovîtiya li Kobanê û polîtîkayên AKP'ê bêdeng bimînin. Ji ber vê yekê em greva birçîbûnê ya 10 rojan a hişyarkirinê didin destpêkirin."