Li Girkê legê 8 çekdar hatin kuştin
Li Girkê legê 8 çekdar hatin kuştin
Li Girkê legê 8 çekdar hatin kuştin
Di pevçûnên li gundê Yûsifiyê û Cinêdiyê yên Girkê Legê 8 çekdar hatin kuştin û 2 erebeyên leşkerî hatin rûxandin.
Li gorî çavkaniyên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) duh saet di 19.00᾿an de çekdarên Cebhet El-Nusra bi 2 erebeyên leşkerî êrîşî bendên kontrolê yên YPG᾿ê li gundên Yûsifiyê û Cinêdiyê kirin. Di encama bersivdayîna şervanên YPG᾿ê de 8 çekdarê El-Nusra hatin kuştin û 2 erebeyên wan hatin rûxandin.
Li aliyê din jî pevçûn li gundên Til Elo Xemir, Girhok, û Elî Aza yên girêdayî Til Koçer hîn dom dike û li gorî aghiyan pevçûnên herî dijwar li Gundê Til Elo pêk tên. Di encama pevçûnan de kuştî û birîndarên El-Nusra hene.