Li Girê Spî tankek hate rûxandin

Li Girê Spî tankek hate rûxandin

Çavkaniyên Eniya El Ekrad ragihandin ku li Girê Silolêh di navbera gundê Yabsê û Girê Spî (Til Ebiyad)ê deye tankêk Dewleta Îslam Iraq û Bîladî Şam/Eniya El Nusra rûxandin û şerê Yabsê, Til Xidir, Sikêriyê, Xirbesan dem dem didome. Şerê li Til Findir jî dijwar bûye.

Hate ragihandin di şerê duh şev de tankek a Dewleta Îslam Iraq û Bîladî Şam rûxandin li Girê Silolêh hatiye rûxandin, enyê çavkanî diyar kirin ku tankek din jî hatiye derb kirin. Tê diyar kirin ku gundê Yabsê, Til Xidir, Sikêriyê , Xirbesan tê top baran kirin û şer dem dem didome. Çavkaniyê heremê didin diyar kirin şer li gundê Til Findir bi dijwarî didome. Ji aliyê din ve çavkaniyekî ji Girê Spî diyar kir ku li taxên Cisir û Lêl malê Kurdan hatine talan kirin, 5 mal hatine şewîtandin.

BI DEHAN KURD DI DESTÊ EL NÛSRA DE NE

 Li ser peymana Eniya El Ekrad û  Dewleta Îslam Iraq û Bîladî Şam/Eniya El Nusra duh Ebû Musaab hatibû berdan û dibû sivîlên didestê Nusra de hemû bihatana berdan. Lê çavkaniyên heremê diyar kirin niha di destê Nusra de bi dehan Kurd hene.

EL PARTÎ Û AZADÎ BI EL NÛSRA RE NE?!

Ji aliyê din ve çavkaniyên heremî diyar dikin ku ji aliyekî taxê Kurdan yê Cisir û Lêl tên talan kirin û mal tên şewîtandin. Lê ji aliyekî din ve taxa Îskan cihê alîgirin partiyê mîna El Partî û Azadî êrîş nebûne û welatî hêj di malê xwe dene. Heta niha şer li wê taxê rû nedaye.