Li Girê Spî hovîtiya çeteyan: Serê ciwanekî Kurd jêkirin

Li Girê Spî hovîtiya çeteyan: Serê ciwanekî Kurd jêkirin

Berdevkê Konseya Bilind a Kurd a Îbrahîm Muslim, destnîşan kir ku çeteyan bi hezaran Kurd dîl girtine, nêzî 400 Kurd di girtîgehan de didin ragirtin û serê ciwanekî  Kurd jî ji aliyê wan çeteyan ve hatiye jêkirin. Muslum her wiha got ku di şeran de herî kêm 60 endamên çeteyan hatine kuştin.

Muslum, da xuyakirin ku çeteyên li Serêkaniyê têk çûn hewl didin li Girê Spî tola xwe rakin û ev agahî dan: "Destpêkê xwestin mala gel bigirin. Dîsa xwestin tevayî buroyên aîdî Kurdan werin girtin. Dema ku Kurdan ev yek qebûl nekirin, di navbera wan û çeteyan de şer derket. Paşê di mizgeftan de bang kirin û xwestin sivîl derkevin derve. 2 hezar Kurd hatin desteserkirin. Ger wiha nêzî 400 Kurdên ku ji zarok û pîr û kalan pêk tên di girtîgehan de tên ragirtin."

Muslum, têkildarî hedefgirtina sivîlan jî wiha got, "Çeteyên El Nusra, xwestin li hemberî gundê Yapsê yê Kurd lê dijîn êrîşeke întîharî pêk bînin. 2 kesên ku bombe bi wan ve girêdayî û fermandarê herêmê yê çeteyan Ebû Mûsab (Muhemed Hulo) ji aliyê çeteyan ve dîl hat girtin û birin Kobanî.  Ber danê sibê gotin ku YPG’ê fermandarê wan radest kiriye û wê Kurdan berdin. Li gorî agahiyên min ji çeteyan wergirtiye wê kesên dîl girtine berdin. Bi YPG’ê re li hevdu kirine. Şer jî di navbera YPG’ê û Artêşa Azad a Sûriyeyê de berdewam dike.

Muslim,  her wiha ragihand ku ji aliyê çeteyên Artêşa Azad a Sûriyeyê ve serê ciwanekî Kurd ê bi navê Muhemed Îzzet hatiye jêkirin û bi serê wî lîstine û wiha domand: “Vê sibê li Gur Hisê 60 endamên çeteyan hatin kuştin. Û şevê din jî li cihekî cuda 20 endamên çeteyan hatin kuştin. 6 şervanên YPG’ê jî birîndar bûne.”     

Yek ji berpirsiyarên Konseya Bilind a Kurd ê Reqqa Bavê Abdo jî têkildarî bûyeran agahî dan Ajansa Nûçeyan a Dîcle (DÎHA)’yê. Abdo, destnîşan kir ku 700 Kurd di girtîgehê de tên ragirtin û YPG li Yapsê, Qiz Elî, Tilfindir, Gir Hisêve û  Girê Spî jî di nav de 5 cebheyan de şer dike. Abdo got ku, dikan û malên Kurdan tên vekirin û talankirin, berpirsiyarê Mala Gel ê Girê Spî Adnan jî ji gewrî û destên xwe birîndar bûye.

Dîsa yek ji endamên Konseya Bilind a Kurd ê Girê Spî Muhemed Xişman, da xuyakirin ku hêzên Artêşa Azad a Kurd bi 117 tabûran êrîşî YPG’ê kiriye, YPG jî di nav de 2 tabûtên El Eqrad -ku berê di nav Artêşa Azad Sûriyeyê de cih digirtin-  bi 7 tabûran li ber xwe dide.  Xişman, destnîşan kir ku YPG'ê li hin taxên Girê Spî hakimiyet kiriye destê xwe.