Li Gimgimê gel dest bi berxwedana çekdarî kir

Li Gimgimê gel dest bi berxwedana çekdarî kir

Li Gimgima ku ciwanê bi navê Hakan Buksur hat qetilkirin, pevçûna çekdarî destpê kir. Li navçeya ku gel çek rakir, li di ketina avahiya Midûriyeta Polîsan de bombe teqiya, li hember avahiyê êrîşa çekdarî pêk hat.

Li Gimgimê bi hezaran kesî ku dest bi meşê kirin piştî pevçûnan bi polîsan re gel çek rakir. Piştî gel rakir polîs vekişiyan derdora saziyê. Li derdora avahiya hikûmetê û Midûriyeta polîsan ku şerê çekdarî rû dide, di ketina avahiya midûriyetê de teqîneke mezin rû da û midûriyet  hat gulebarankirin.

Hat ragihandin ku di encama teqînê de birîndar çêbûne, li tevayî kolanên navçeyê bend hatine danîn. Şerê çekdarî li derdora avahiya hikûmetê û emniyetê didome.

Li gel vê Dibistana Seretayî ya Cumhuriyet, Dibistana Seretayî ya Mehmet Akîf hatin şewitandin. Polîsên ji Mûşê hatin sewqkirin di ketina navçeyê de bi cih bûne.