Li Geverê polîsan êrîşî çalakiya YDG-H kir

Li Geverê polîsan êrîşî çalakiya YDG-H kir

Li Geverê bi sedan ciwanên ku li dijî mêtîngerî, madeyên hişber, helandin û dejenerebûnê meş pêkanîn, polîsan bi bombeyên gazê û guleyên plastîk êrîş kirin. Piştî êrîşa polîsan pevçûna rû da.

Li navçeya Gever ya Colemêrgê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Welatparê li dijî tecawiz, mêtîngerî, madeyên hişber, helandin, dejenerasyon û her wiha biboneya yekemîn salvegera “Şoreşa Rojava” şahiyek li darxist.

Piştî şahiya bihezaran kes tevlîbûn de, bi sedan ciwan ketin meşê. Ciwanên ku hatin ber Otela Oslo, polîsan bi wesayîtên zirxî û TOMA’yan ava şid, bombeyên gazê û guleyên plastîk êrîş kirin. Ciwanan jî bi kevir, fîşekên hewayî, bombeyên deng û molotofan bersiv da êrîşên polîsan. Pevçûn belavî gelek herêmên navçeyê bûye.

YDG-H di hesaba xwe ya Twitterê de got, “Niha yekîneyên me ên Geverê bi hêzên dagirker re di nava pevçûnên dijwar de ne” ragihandin ku, rêya diçe Şemzînanê jî bibendan girtine.