Li Geverê jinan tacîz û tecawiz şermezar kirin
Li Geverê jinan tacîz û tecawiz şermezar kirin
Li Geverê jinan tacîz û tecawiz şermezar kirin
Jinan li Geverê kiryarên destdirêjiyê yên ku di van demên dawiyê de rû dane şermezar kirin û xwestin kiryar bên cezakirin.
Navenda Şêwirmendiya Jinan a Sosin ya Geverê li dijî kiryarên destdirêjiyê yên ku di van demên dawî de rû didin li Parqa Avaşîn daxuyaniyek da. Di daxuyaniya çapemeniyê de hejmarek zêde jin, Înîsiyatifa Dayîikên Aştiyê, KURDÎ-DER û endamên rêxistinên jinan ên Geverê tevlî bûn.
Xebatkara Navenda Şêwirmendiya Jinan a Sosin Civaknas Elîf Kahraman li ser navê jinan axaftinek kir. Kahraman wiha axivî: "Her roj em rastî kiryarên tecawiz û tacîzên nû tên û her roja ku derbas dibe ev kiryar xwe dubare dikin. Bi çi statuyê bibe bila bila bibe em vê zîhniyetê napejirînin.
'POLITIKAYÊN QIRÊJ ÊN LI SER JINÊN GEVERÊ ŞERMEZAR DIKIN'
Kahraman diyar kir ku weke jin hatina wan a li ser rûyê cîhanê ne sûc e û got: "Ji bo ku em jin in nayê wê wateyê ku em werin tecawizkirin û rastî şîddetê werin. Ji bo ku em jin in nayê wê wateyê ku bedena me weke sermaye bê firotin. Em weke jin dibêjin, êdî bes e bila ev zîhniyeta qirêj a bi hezaran sal li ser me rabe. Polîtîkayên qirêj ku li ser jinên Geverê tên meşandin em bi tundî şermezar dikin. Em dixwazin lî ser kiryarên destdayîn û tecawizê yên li Colemêrgê hatine kirin were rawestandin û kesên ku ew kiryar pêkanîne werin diyarkirin û darizandin."