Li gelek navendan banga beşdarbûna meşa Amarayê

Li gelek navendan banga beşdarbûna meşa Amarayê

Ji bo 64'emin salvegera 4'ê Nisanê Roja Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Amed, Edene, Mêrsîn, Serêkaniyê, Dêrsim û Semsûrê pîrozbahî hatin lidarxistin. Li Amedê di pêşengiya DOKH'ê de rojekê Nobeta "Ji Ocalan re azarî" hat lidarxistin. Li Xelfetî û Amara amadekarî bi dawî bûn. Li Dêrik, Sert Wan, Gimgim Stenbol û Kopê jî banga tevlîbûnê hat kirin.

AMED

Hevparên Tevgera Jina Azad û Demokratîk (DOKH), ên Amedê bi boneya 64'emin salvegera 4'ê Nisanê Roja Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo roj û şevekê nobeta "Ji Ocalan re azadî" girtin û çalakî bi daxuyaniya çapemeniyê bi dawî kirin. Jinan li Parka Koşuyolu konê nobetê vedan û pastayê "Rojbûna te pîroz be" jêkirin. Jinan li konê nobetê heta serê sibê nobet girtin û stran gotin. Jinan di bernameya nobetê de sînevîsyona ku ji axaftinên pêşenga PKK'ê Abdullah Ocalan Sakine Cansız dan pêşandan. Jinan piştî nobeta şevekê li ber kon daxuyanî dan çapemeniyê. Endama Komeleya Jinê ya Selisê Şaneşin Aydin daxuyanî xwend û banga tevlêmûna Meşa Amara kir.

Navenda Çanda Dîcle Firatê jî bi heman armancê hunermendên kurd daxuyanî dan û banga tevlêbûna Meşa Amara kirin.

DÊRSIM

Li Dêrsimê jî heban armancê roja Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bername hat lidarxistin. Di bernameyê de banga meşa Amara kirin û diyar kirin ku dê di 3'ê Nîsanê saet di 06.00'anr de li ber avahiya BDP'ê ya Dêrsimê kom bibin û bi maşîneyan biçin Amara. Di bangê de hat xwest her kes bi ruhê Newrozê tev li Meşa Amara bibin.

SERÊKANİYÊ

Li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê jî bi heman armancê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Parka Musa Anter şahiyek hat lidarxistin. Di şahiyê de Parlamenterê BDP'ê yê Wanê Ozdal Uçer, endam û rêveberên BDP'ê jî di navde bi sedan kes amade bûn. Pîrozbahiyê heta derenê şevê bi muzîk û fîşekên hewayî berdewam kir. Di şahiyê de parlamenter Ozdal Uçer, anî ziman ku heta AKP daxwazên kurdan pêk nîne aştiyek bi rûmet pêk nayê. Uçer, bang li her kesî kir û xwet tev li Meşa Amara bibin.

EDENE

Rêxistina BDP'ê ya Ceyhanê jî bi heman armancê li taxa Malên Şaredariyê xahiyek pêk anîn. Di şahiyê de endam û rêveberên BDP'ê, endamên Meclisa Jinê ya BDP'ê jî di navde bi sedan kes amade bûn. Di pîrozbahiyê de posterên Ocalan, alên PKK û Konfederalizmê hatin vekirin. Girsê pankarta "Rojbûna te pîroz be" vekirin û bê navber siloganên "Bijî Serok Apo" berz kirin. Serokê BDP'a Ceyhanê Seyfettin Aydemir, bang li her kesî kir û xwest kev li Meşa Amara ya 4'ê Nîsanê bibin. Pîrozbahiyê bi fîşekên hewayî û mizûkê heta derengê şevê berdewam kir.

Li navçeya Seyhanê ya Edeneyê jî bi heman armancê li taxa Denizliyê şahî hat lidarxistin. Di şahiya ku BDP'ê pêk anî de, endam û rêveberên BDP'ê û gelek welatiyên din amade bûn. Di pîrozbahiyê de posterên Ocalan, alên PKK û Konfederalizmê hatin vekirin. Girsê bê navber siloganên "Bijî Serok Apo" berz kirin. Serokê BDP'a Seyhanê Hazim Yalçin sang li her kesî kir û xwest tev li Meşa Amara ya 4'ê Nîsanê bibin. Piştî axaftinan 5 jinan bi tilîlî û çepikan pastayê amade kiribûn jêkirin û belav kirin. Şahiyê bi govend û fîşekên hewaşî heta derengê şevê berdewam kir.

Amadekariyên li Edeneyê bi dnawî bûn. Serokê BDP'a Edeneyê Uğur Bayrak, diyar kir ku amadekariyên wan bi dawî bûne û dê îsal bi tevlêbûnek mezin tev li Meşê bibin. Bayrak, anî ziman ku dê di 3'ê Nîsanê de saet di 06.00-07-00'an de ji Edeneyê ber bi Amarayê ve bi 20 otobus û 150 maşîneyên taybet bi rê bikevin.

MÊRSÎN

Rêxistina BDP'ê ya Mêrsînê jî bi heman armancê li ber Nûnertiya Kurdalî ya Toroslara Mêrsînê pîrozbahî pêk anîn. Bi sedan kesên kom bûn, pankarta "Rojbûna Roja me piroz be" vekirin. Hevserokê BDP'ê yê Mêrsînê Halis Ernarici, diyar kir ku ew projeya Ocalan a aştiyê diparêzin û bang li her kesî kir ku tev li Meşa Amara bibin. Li vir jî pîrozbahî bi muzîk û fîşekên hewayî bi dawî bû.

DÊRIK

Rêxistina BDP'ê ya Dêrikê jî xebatên xwe yên ji bo Meşa Amara berdewam dikin. Koma ku ji Endamê Meclîsa Şaredariya Dêrikê Doğan Ozbahçeci, Delegeyê KCD'ê, endamên MEYADER'ê Înîsiyatifa Diyên Aştiyê, Rêvebrên BDP'ê li nava esnafan geriyan û banga tevlêbûna Meşa Amara kirin.

XELFETÎ

Li navçeya Xelfetî ya Rihayê jî amadekariyên ku di pêşengiya TUHAD-FED'ê de bi şîara "Ji bo Çareseriya Demokratik ji Ocalan re Azadi" ji bo Meşa Amara ya 4'ê Nîsanê pêk bê berdewam dike. Qada Newrozê ku ji bo di 3'ê Nisanê de bi 10 hezaran kesan pêşwazî bike ber bi dawî ve diçe. Dê konsera ku ji 64 hunermendan pêk tê bê dayin. Amadekarîe ji bo pêşwazîkirina 100 hezaran kesan didome. Ji niha de zêdeyî 30 kon û gelek tuwaletên siyar hatin avakirin.

RIHA

Li navenda Rihayê û navçeyên Pirsûs û Bîrecîkê jî bi tevlêbûna rêveberên BDP'ê, nûnerên KCD'ê, Parlamenterê BDP'ê yê Bedlisê Husamettin Zenderlioglu heyet li nava esnafan geriyan û banga tevlêbûna Meşa Amara hat kirin. Li navçeya Serêkaniyê û Wêranşarê jî bi tevlêbûna Parlaenterên BDP'ê Ozdal Uçer, Îbrahim Binici û endamên rêveberen BDP'ê li nava esnafan belavok hatin belavkirin. Li Xalfetiyê Parlamentera BDP'ê Nursel Dogan û heyeta BDP'ê esnafên navçeyê ziyaret kirin.

SEMSÛR

Rêxistina BDP'ê ya Semsûrê jî bi heman armancê komîsyon ava kirin û xebatên xwe bi dawî kirin. Komîsyon dê sibê bi karwanekê saet di 09.00'an de ji Semsûrê biçin Xelfetiyê.

SÊRT

Endamên Înîsiyatifa Dayikên Aştiyê ya Sêrtê jî bi heman armancê li avahiya BDP'ê ya Sêrtê pîrozbahî pêk anîn û banga tevlêbûna Meşa Amarayê kirin. Di pîrozbahiyê de endam û rêveberên BDP'ê, Dayikên Aştiyê, endamên Meclisa Jinê, NÇM, MEYADER, TUHAD-DER û gelek welatiyên din amade bûn. Ji bo pîrozbahiyê pastayê 5 qat hat pirîn û hat belavkirin. Komê bê navber silogana "Roj bûna tê pîroz bê ey serok" berz kir û li ber muzîkê govend gerandin. Endama Înîsiyatifa Dayikên Aştiyê Hediye Ozer, roja Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û banga tevlêbûna Meşa Amara kir.

MÛŞ

Li navçeyên Kop û Gimgimê yên Mûşê jî ji bo salvegera 4'ê Nîsanê pîrozbahî hatin lidarxistin. Rêxistina BDP'a Kopê li avahiya BDP'ê pîrozbahî pêk anî. Di pîrozbahiyê de endam û rêveberên BDP'ê û gelek kesên din amade bûn. Li vir jî banga tevlêbûna Meşa Amara hat kirin.

Rêxistina BDP'e ya Gimgimê civînek pêk anî. Di civînê de endam û rêveberên BDP'ê û nûnerên saziyên sivîl ên civakî amade bûn û banga tevlêbûnê kirin. Karwan dê sibê saet di 12.00'an de ber bi Amarayê ve birê bikeve.

STENBOL

Înîsiyatifa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê jî bi heman armancê li avahiya komeleyê civîna çapemeinyê pêk anî û banga tevlêbûnê Meşa Amara kir.