Li gel êrîşan jî sekna bi hezaran a li sînor didome
Li gel êrîşan jî sekna bi hezaran a li sînor didome
Li gel êrîşan jî sekna bi hezaran a li sînor didome
Li hemberî hewldana çeteyên DAIŞ a komkujiyê li Kobanê bi hezaran kes li gundên ser xeta sînor nobeta berxwedanê didomînin, leşker û polîs li tevayî sînor êrîşî gel dikin.
Li dijî erîşa çeteyên DAIŞ a li hember Kobanê û hewldana pêkanîna komkujiyê, girseya li gundên ser sînorê Pirsûs û Kobanê nobeta berxwedanê digirin, êrîşa leşker û polîsan a ji duh êvarê ve destpê kiriye didome. Li hemberî girseya li gundê Etmanika Mezin nobet digirin, li gel êrîşa bombeyên gazê jî girseyê gund neterikand. Li tevahiya xeta sînor ku êrîş didomin, her saeta diçe çûna gund zêde dibe.