Li Fransayê, rewşa awarte ya piştî komkujiya li Parîsê dewam dike. Hikûmetê ragihand ku herî kêm 20 hezar kesên 'gefê li ewlekariya dewletê dixwin' bi koda 'S' hatine diyarkirin û qeydkirin.
Serokwezîr Manûel Valls da xuyakirin ku ji van kesan 10 hezar 500, endamên tevgerên îslamî yên tund in an jî pêwendiya xwe bi wan re hene.
Valls ji qenala televîzyonê ya Canal+ re axivî û diyar kir ku di nava kesên ji aliyê îstîxbaratê ve li kategoriya 'S' hatine bicihkirin û beşek ji wan li derveyî Fransayê ye, endamên PKK'ê jî hene. Valls ragihand ku ji bilî PKK'ê, rêxistinên biyanî yên weke Tamîlî, Hîzbûllah, hin tevgerên çep û rast ên tund û hin komên holîgan jî di nava vê kategoriyê de tên nirxandin.
Valls mukur hat ku endam û sempatîzanên komên îslamî û tund gelek in û bi qasî 10 hezar 500 e. Valls got, "Hemû terorîst nînin. Pêwendiya xwe bi hin tevgerên radîkal re hene, diçin mizgeftên radîkal, yan jî di nava çend salên dawî de gotinên radîkal bilêv kirine."