Li Farqînê ji lêdana polîsan re biryara neşopandinê
Li Farqînê ji lêdana polîsan re biryara neşopandinê
Li Farqînê ji lêdana polîsan re biryara neşopandinê
Li navçeya Farqîn ya Amedê di şeva 27’ê Çileyê de polîsan li 5 ciwana xistibû, têkildarî polîsan biryara neşopandinê derket.
Li gorî agahiyên ku hatine girtin, şeva 27’ê Çileyê dema ku 5 ciwan li kolana pişt Midûriyeta Polîsan ya Farqînê re derbaz dibin û ji aliyê panzera polîsan rê lê tê girtin, komek ya polîsan bo kuştinê li wan dixe. Piştî bûyerê ciwanên ku rapora tenduristiyê girtin, serî li dozgeriyê dan. Li rexmî qeydên kameraya mobeseyê jî hebûn, Dozgeriya Komarê ya Farqînê lêpirsîn nirxand û biryara neşopandinê da.