Li Ewropayê kampanya "azadî ji Ocalan re" dewam dike
Li Ewropayê kampanya "azadî ji Ocalan re" dewam dike
Li Ewropayê kampanya "azadî ji Ocalan re" dewam dike
Kampanya îmzeyan a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li welatên Ewropayê li gel germa havînê bê navber dewam dike. Li Îtalya, Elmanya û Fransayê bi dehhezaran îmze hatin berhevkirin.
Kampanya îmzeyan a ji azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî yên Kurd li qada navnetewî tê meşandin, li bajarên cûda yên Ewropayê dewam dike. Xwendekarên Kurd ên li Romayê dixwînin dan xuyakirin ku wan 10 hezar îmze berhev kirine û xwendekarên li zanîngeha Erlangen a Elmanyayê jî, di roja destpêkê de 400 îmze kom kirin. Li Başûrê Fransa bajarê Avîgnonê jî jinên kurd ji bo îmzeyan daketin kolanan.
Xwendekarên Kurd ên li Îtalyayê dixwînin, ji bo azadiya Ocalan û girtiyên siyasî yên Kurd, li platformên cûda berhevkirina îmzeyan dewam dikin. Ciwanên ku di mijara komkirina îmzeyan de biryardar in, li Komeleya Çanda Kurd a Araratê ya li Romayê hatin cem hev û xebatên xwe yên di vî warî de nirxandin.
Cehîde Nisêbîn der heqê xebatên xwe de agahî da ANF'ê û diyar kir ku wan heta niha 10 hezar îmze berhev kirine û armanca wan komkirina 15 hezar îmzeyan e. Di civîna li Komeleya Çanda Kurd a Araratê ya li Romayê de hat ragihandin ku heta niha li gelemperiya Îtalyayê 45 hezar û 500 îmze hatine komkirin.
JINÊN LI AVÎGNONÊ JI BO ÎMZEYAN DAKETIN KOLANAN
Jinên Kurd ên li Başûrê Fransayê bajarê Avîgnonê dijîn jî kampanya xwe ya îmzeyan dewam dikin. Jinên Kurd roja Yekşemê li navenda bajêr hatin cem hev û ji şêniyên Avîgnonê ji bo Ocalan îmze xwestin. Jinan ji şêniyên bajêr re behsa têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd û Ocalan kirin û li vir 300 îmze kom kirin.
Xwendekarên Kurd ên li zanîngeha Erlangen a Elmanyayê jî, di roja destpêkê ya kampanyayê de 400 îmze kom kirin. Xwendekaran çalakiya "rojeke îmzeyan" lidar xistin û dûre li nava kolanan îmze komkirin.
Xwendekaran dan xuyakirin ku ewê bi awayekî çalak îmzeyan berhev bikin û bang li xwendekarên Kurd ên li Elmanyayê kirin ku piştgiriyê bidin kampanya îmzeyan.
Kurdan di kampanya hilbijartinê ya partiya Die Linke ya li bajarê Schweinfurtê de jî cih girtin û ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îmze berhev kirin.
Li bajarê Nurnbergê jî, jin û mêrek li gel hewa germ jî ji bo azadiya Ocalan 300 îmze berhev kirin.