Li Ewropayê çalakiyên ji bo Kobanê

Li Ewropayê çalakiyên ji bo Kobanê

Li gelek bajarên Ewropayê bi armanca piştevaniya Kobanê çalakiyên protestoyî pêk hatin. Kurdan di çalakiyên xwe de bang kirin ku ku dê têkoşîna xwe bilindtir bikin.

GOTEBORG

Kurdên li bajarê Goteborg a Swêdê djîn  çalakiya runiştin, dagirkirin û meş û mîtîng pêk anîn.Di çalakiyê de hate xwestin ku NY, YE û hikûmeta Swêdê mudaxaleyê DAIŞ’ê bikin û çapemeniya Swêdê jî mijarê bîne rojevê.

Çalakiya yekem li Goteborgê li Televîzyona Dewletê ya Swêdê (Svt) pêk hat. 30 kurdî bi ser buroya svt de girt û çalakgeran xwest ku geşedanên Rojava bînin rojevê. Rayedarên stv û radyoya dewletê ya swêdê soz dan wan û li ser vê çalakî bi dawî bû.

Di saetên êvarê de jî mîtîng û meşek p3ke hat. Kurd li ber Şanoya Mezin hatin cem hev û DAIŞ protesto kirin. çalakgeran bê navber dirûşme berzkirin û alên PKK, YPG û PYD’ê hildan.

Li Qada Gustaf Adolf li ser navê meclisa Gel a Demokratîk ya Goteborgê Alî Agri axaftinek kir û got DAIŞ kevneşopiyên  hezar û 400 sal berê ji nûve pêk tîne û got: “Daxwaza me eve ku pêşî li DAIŞ’ê bê girtin. bila êdî seriyan jê nekin.Em ji bo gelê di bin zilmê de ye piştevaniyê dixwazin. 

TOULOUSE

Li bajarê Toulouse ya Fransayê, Navenda Civaka Demokratîk êrîşa çeteyên DAIŞ’ê bi mîtîngekê protesto kir.

Kurd û dostên Kurdan tevli mîtînga ku li qada Capîtole pêk hat bûn.  Eniya Demokrasiya Yekbûyî û partiya Dij-Kapîtalîst a Nû piştgirî da meşê.

Li ser navê Navenda Civaka Demokratîk  Orhan Coşkun, li ser navê partiya  Nû a Dij- Kapîtalîst  Pîerre Granet û li ser navê Yekitiya Nistimaniya Kurdistan jî Hama Osman axivî. Nêzî 500 kesên tevli çalakiyê bibûn bê navber dirûşmeyên  “Viva YPG”, “Viva Resistance YPG” û “Viva Kobanê”  berzkirin.

BORDEAUX

Li Bordeauxê nêzî 700 Kurdî bi armanca ku piştgiriyê bidin berxwedana Kobanê çalakiyek pêk anÎn. çalakî li qada Vîctoîr pêk hat û heta ber walitiyê meşiyan.

Her wiha di heman saetê de komeke ciwan li balafirgeha Bordeaux çalakiya runiştinê pêk anîn. ciwanan belavok belavkirin û pankarta vekirin. 

DEN HAAG

Li bajarê Den Haag a Hollandayê jî gerîlayên YPG û YPJ’ê ku di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dan bibîranîn. Civîna li navenda civaka demokratîk pêk hat nêzî 500 kurd tevli bûn û der barê berxwdana Şengal û Rojava de sînevîzyonek hat nîşandan. 

DORTMUND

Li bajarê Dortmund a Elmanyayê jî bi pêşengiya Ciwanê Azad çalakî pêk hat û nêzî 6 hezar kesî tevli bûn. Ciwanên li ber îstasyona navendê hate cem hev pankarta ‘DAIŞ lê dixe YE bêdenge’ vekirin û meşiyan.

Yên tevli meşê bûn bi dirûşmeyan piştgirî dan Kobanê û piştgiriya Tirkiyeyê ya bo çeteyan jî hate protesto kirin.