Li Ewropayê çalakiyên ji bo Kobanê

Li Ewropayê çalakiyên ji bo Kobanê

Li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê, li gelek navendên Ewropayê Kurd çalakî û xwepêşandanên xwe dewam dikin.

INGOLSTADT: Li bajarê Elmanya Ingolstadtê, êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê, bi meşeke bi beşdariya zêdeyî 500 Kurdistaniyan hatin protestokirin. Meşê li Bruckenkopfê destpê kir ku rêxistinên Die Linke û MLPD ên li bajêr destek danê. Mîtîng li Rathausplatzê veguherî mîtîngê. Di axaftinên li mîtîngê de ji civaka navneteweyî hat xwestin ku ji bo destekkirina berxwedana Kobanê bikeve nava tevgerê.

ARHUS: Komek ji endamên PJAK'ê li bajarê Arhus ê Danîmarkayê, çalakiya xwe ya greva birçîbûnê ku ev 3 roj in li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê dane destpêkirin, duh berêvarê bi dawî kir. Berdevkê PJAK'ê yê li Danîmarkayê Mehdî Yoûssefî der barê greva birçîbûnê de daxuyaniyek da û anî ziman ku Danîmarkiyan eleqeyeke mezin nîşanî çalakiyê dane.

VIYANA: Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, MLKP û YXK'ê bi çalakiyekê cangoriyên Kobanê bibîr anîn. Bîranîn li Navande Civaka Kurd a Demokratîk li Viyanayê bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Di bîranînê de li ser çalakiya fedaî ya Arîn Mîrxan û têkoşîna şervanê MLKP'ê Paramaz Kizilbaş û cangoriyên Kobanê sînevîzyonek hat nîşandan.

TOULOUSE: Li bajarê Fransa Toulouse, di kesayetiya Sûat Tiryakî (Argeş Kanîreş) ê di berxwedana li dijî DAIŞ'ê ya li Rojava de jiyana xwe ji dest da de, hemû cangoriyên Rojava bi merasîmekê hatin bîranîn. Merasîma bîranînê li Komeleya Elewiyan hat lidarxistin û li dû nîşandana sînevîzyonê nûnerê KCD-E Felat Marînos axaftinek kir. Marînos destnîşan kir ku ji dest dayîna jiyanê ya Sûat Tîryanî ji bo tevahiya Kurdan fermana xwedîderketina li têkoşînê ye. Li ser navê malbatê jî Fahrettîn Kanîreş peyivî û anî ziman ku Argeş bi biryardariya xwe ya di têkoşînê de her tim bûye mînak û got, "Bila serê tevahiya Kurdistanê sax be."

PARÎS: Li paytexta Fransa Parîsê, ji bo Zinar Dêrsim (Îbrahîm Dulek) û 13 hevalên wî yên di 15'ê Cotmehê de di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dan, li Navenda Civaka Kurd a li Williers Le Bel a konê sersaxiyê hat vedan. Yên hatin sersaxiyê ji aliyê kekê Zinar Dêrsim Îsmaîl Dulek û xebatkarên navenda civakê ve hatin pêşwazîkirin.

LONDON: Çalakiyên xwedîderketina li berxwedana Kobanê yên li paytexta Îngilîstan Londonê dewam dikin. Li Londonê roja Yekşemê, bi sedan kesî li ber avahiya BBC hatin cem hev û ber bi meydana Trafalgarê meşiyan. Di çalakiyê de li gel parlamenterên partiya Karker David Lammy û Jeremy Corbyn, gelek parêzvanên mafên mirovan û komên sosyalîst û şoreşger ên Îngilîz amade  bûn. Meşa bi dirûşman, li meydana Trafalarê bi dawî bû.

TORONTO: Li bajarê Qanada Torontoyê, bi beşdariya nêzî 200 kesî çalakiyek hat lidarxistin. Di çalakiya li navenda bajêr de, bi li xwekirina çarşefê reş, zilma DAIŞ'ê ya li jinan dike, hat protestokirin. Di daxuyaniya li çalakiyê de hat gotin, "Heta ku Arîn Mîrxan û Viyan hebin, jinên me wê azad bibin."