Li Ewropayê çalakiyên ji bo Kobanê

Li Ewropayê çalakiyên ji bo Kobanê

Di çalakiyên ji bo Kobanê yên li gelek navendên Ewropayê de xemsariya raya giştî ya navneteweyî hat şermezarkirin û destek ji berxwedana li Kobanê re hat nîşandan.

DUSSELDORF

Li bajarê Elmanya Dusseldorfê, bi çalakiyek li ber Konsolosiya Tirk re hevkariya hikûmeta AKP'ê û DAIŞ'ê hat protestokirin.

Çalakiya ku ji aliyê komên Elman ve hat lidar xistin û Kurdan destek danê, saet di navbera 11:00 û 13:00 de li ber Konsolsoiya Tirk a li Dusseldorfê pêk hat. Koma ji 100 kesî di çalakiyê de li dijî dewleta Tirk dirûşme qîriya.

Kurdên li bajêr, wê ji bo şermezarkirina komkujiya li Parîsê îro jî li ber Konsolosiya Fransayê bicivin, dûre biçin Stasyona Trenê ya Navendî û konê çalakiyê ji bo 3 rojan vedin.

DRESDEN

Li bajarê Dresdenê, Kurdan bi armanca şermezarkirina êrîşa çeteyên DAIŞ'ê meşek lidar xistin. Di meşa li navenda bajêr hat lidarxistin de, 600 kes amade bûn. Di axaftinên li çalakiyê de hat ragihandin ku çeteyên DAIŞ'ê hewl didin li Kurdistanê komkujiyan bikin û banga destwerdana lezgîn li hêzên navneteweyî hat kirin.

SALZGITTER-LEBENSTEDT

Li bajarê Salzgitter-Lebenstedt jî bi armanca destekkirina berxwedana Kobanê çalakiyek hat lidarxistin. Di çalakiya ku Yekîtiya Sendîkayên Elman destek dayê de gelek Kurdistanî û dostên wan amade bûn. Di mîtînga ku bi qasî saetekê dewam kir de hat xwestin ku korîdoreke navneteweyî were vekirin û alîkarî ji hêzên Kurd re bê dayîn.

KARLSRUHE

Li bajarê Karlsruhe jî Navenda Çanda Kurd standek organîze kir. Standa êvarê saet di 17'an de li Stephanplatz a li navenda bajêr hat danîn, piştî demeke kurt veguherî mîtîngê. Di çalakiyê de li ser navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd Dervîş Yildiz, li ser navê Lîsteya Karlsruhe Lupo Krammer û li ser navê PDK'ê Nîzar Emer axaftin kirin. Axaftvanan xwestin ji bo Kobanê tavilê tevgerek were kirin û qedexeya li ser PKK'ê bê rakirin.

TORÎNO

Li meydana Castello ya bajarê Îtalya Torîno jî, çalakiya piştevaniya Kobanê hat lidarxistin. Di çalakiya ku bi sedan Îtalyanî beşdar bûn de, heta ber studyoyên televîzyona RAI meşek hat lidarxistin. Xwepêşandêran li vir çalakiya rûniştinê lidar xistin û dirûşmên "Bijî Berxwedana YPG", "Bijî Kobanê", "Vîva Kurdistan" qîriyan.

TOULOUSE

Li bajarê Fransa Toulouse jî, komîteya piştevaniya Rojava damezrandina xwe ragihand. Komîteyê damezrandina xwe bi civîneke çapemeniyê ya li lokala Partiya Komunîst ragihand û destnîşan kir ku hem peydakirina alîkariya însanî ya ji bo Rojava, hem jî xurtkirina têkiliyên navbera rayedarên PYD û YPG'ê û hikûmetê Fransayê, yek ji karê komîteyê yê sereke ye. Komîte ji Partiya Komunîst, Partiya Antî-Kapîtalîst a Nû û Meşa Jinê ya Global destekê dibîne. Komîteyê ji bo meşa piştevaniya Kobanê ya roja Şemiyê saet di 16'an de, banga beşdariyê li her kesî kir.