Li Ewropayê bi deh hezaran Kurd ji bo Kobanê li qadan bûn

Li Ewropayê bi deh hezaran Kurd ji bo Kobanê li qadan bûn

Ji bo êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê şermezar bikin, destekê bidin berxwedana li dijî êrîşan û bala raya giştî ya cîhanê bikşîne ser Kobanê, Kurdistaniyan li gelek navendên Ewropayê çalakî lidar xistin.

STUTTGART

Kurd û dostên wan ên li Stuttgartê dijîn, duh êvarê ji bo Kobanê çalakî lidar xistin. Meşa li Lautenshclager destpê kir li Schlossplatzê veguherî mîtîngê. Nêzî 10 hezar kes beşdarî mîtîngê bûn û rêxistinên çep ên Tirkiyeyî, MLPD a Elman, Partiya Çep û komên Antifa destek dan çalakiyê.

Di meşê de li gel hilgirtina pankartan, vekirina alên PYD, KJB, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, der heqê Kobanê û pêvajoyê de belavokên bi zimanê Elmanî hatin belavkirin.

Parlamenterên li Stuttgartê beşdarî meş û mîtînga xwedîderketina li Kobanê bûn, di nava gel de rê li ber coşeke mezin vekirin. Hevseroka Meclîsa Gel a Rojavayê Kuredistanê Sînem Mûhammed, Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim, ji parlamenterên Partiya Çep a Elmanya (Die Linke) Annette Groth û heike Haensel di çalakiyê de bi gel re meşiyan û dirûşme qîriyan.

Sînem Mûhammed û Gulser Yildirim li qada mîtîngê ji gel re axivîn û destnîşan kirin ku berxwedana li Kobanê wê dewam bike. Mûhammed û Yildirim banga seferberiyê li her kesî kirin. Parlamentera Partiya Çep Annette Groth jî li çalakiyê axivî. 

Mîtîng piştre bi dirûşman bi dawî bû.

KÎEL

Li bajarê Elmanya Kîelê jî, Kurdan êrîşên DAIŞ'ê bi mîtîngekê şermezar kirin. Nêzî du hezar çalakgerên Kurd ji taxa Gardenê heta stasyona navenda bajêr meşiyan. Meş li vir veguherî mîtîngê.

Di çalakiyê de, li ser hovîtiya DAIŞ'ê bi sedan belavokên bi zimanê Elmanî hatin belavkirin û bang li civaka navneteweyî hat kirin ku destekê bide Kobanê. 

LI LYONÊ DAIŞ HAT PROTESTOKIRIN

Kurdên li bajarê Fransa Lyonê dijîn, bi armanca şermezarkirina êrîşên DAIŞ'ê daketin kolanan. Nêzî hezar kes ji meydana Belkur a bajêr heta meydana Republik dest bi meşê kirin. Girseya gel li qadê bi qasî saetekê çalakiya rûniştinê lidar xist û piştgiriya xwe ya ji bo Kobanê nîşan da.

Di axaftinên li vir de hat diyarkirin ku divê gelê Kurd li her cihê lê ye destekê bide berxwedanê û hat destnîşankirin ku di encama vê berxwedanê de wê çete û destekdarên wan têk biçin.

OSLO

Li paytexta Norwêc Osloyê bi sedan Kurdistanî, bi meşaleyan li kolana herî qelebalix a bajêr kolana Karl Johan meşiyan.

Girseya gel dirûşmên "Ji DAIŞ'ê re Na!", "Bijî Kobanê", "Bijî Kurdistan", "Bijî Serok Apo" qîriya û bi pankartên hilgirtî re bang li hikûmeta Norwêcê hat kirin ku destekê bide Kurdan.

Di çalakiyê de alimên olî yên Kurdan û meleyên mizgeftan axivîn. Her wiha li ser navê PKK'ê Naîm Acar û li ser navê Komeleya Çanda Kurdistanê Dilêr Akreî ji girseya gel re peyivîn.

Di axaftinan de piştevaniya ji bo gelê Rojava û Şengalê hat bilêvkirin û bang li dewleta Norwêcê jî hat kirin ku ji ber polîtîkayên der heqê Kurdan de dimeşîne helwestê li hemberî Tirkiyeyê nîşan bide.

Girseya gel a ber bi stasyona trenê ya Osloyê ve meşiya, heta dawiya Kolana Karl Johan meşiya û dawî li çalakiya xwe anî.

TURKU

Endamên PJAK'ê yên li Fînlandiyayê, bi armanca xwedîderketina li berxwedana Kobanê û şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ'ê, li bajarê Turku yê Fînlandiyayê, ji bo sê rojan çalakiya rûniştinê û greva birçîbûnê lidar dixin.

Çalakî wê di 5.10.2014 saet di  10:00 de li meydana Kävelykatu'yê destpê bike û di êvara 7.10.2014'an de bi dawî bibe.