Li Erzuromê pevçûn: Serokê HDP’ê yê bajêr bi giranî birîndar bû

Li Erzuromê pevçûn: Serokê HDP’ê yê bajêr bi giranî birîndar bû

Li Erzuromê polîsan êrîşî meşa bi armanca şermezarkirina çeteyên DAIŞ kir. Di pevçûnên ku rû dan Serokê Bajêr Erzuromê Nevzat Çavûş bi giranî birîndar bû.

Li Erzuromê polîsan êrîşî meşa ji bo Kobanê hat lidarxistin kirin. Welatiyên li ber avahiya DBP’ê ya bajêr kom bûn dest bi meşê kirin.  Polîsên ku pêşiya girseyê girt destûr nedan meşê, bi ava şid û gaza îsotan êrîşî gel kir. gel jî bi kevir û daran bersiv dan.

Di êrîşa polîsan de Serokê Bajêr ê HDP’ê Nevzat Çavuş bi giranî birîndar bû. Polîsan ambulansa hat cihê bûyerê paşde şandin. Li ser vê yekê rêveberên partiyê Çavuş bi taksiyekê rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêgerînê ya Herêmê ya Erzurom.

Hat ragihandin ku rewşa Çavuş giran e, di bûyeran de herî kêm 4 kes hatine binçavkirin. 

Di navbera gel û polîsan de li semta Mahallebaşi pevçûn didomin.