Li Erebîstana Siûdî wehşeta îdamê: Mehkûmek bi şûr hat înfazkirin
Li Erebîstana Siûdî, kesekî ji bazirganiya narkotîkê hatibû mehkûmkirin, bi şûr hat serjêkirin.
Li Erebîstana Siûdî, kesekî ji bazirganiya narkotîkê hatibû mehkûmkirin, bi şûr hat serjêkirin.
Wezareta Karên Hundir daxuyaniyeke nivîskî weşand û hat ragihandin ku kesê bi navê Abdullah Rûeîllî ji ber bazirganiya narkotîkê sûcdar hatiye dîtin. Hat gotin ev mehkûm li Tabûk a li bakurê welêt hatiye îdamkirin.
Qraliyeta Siûdî di 2'ê Çileyê de 47 kes bi sûcdariya 'terorîzmê' îdam kiribû. Di nava van de lîderê olî yê Şîa Nemr el Nemr jî hebû. Vê înfazê di navbera Qraliyeta Siûdî û Îranê de rê li be krîza dîplomatîk vekiribû.
Ji destpêka salê û vir ve herî kêm 71 kes hatin îdamkirin. Par temamiya salê 153 kes hatibûn înfazkirin. Ev hejmarên fermî ne. Tê texmînkirin ku bîlançoya rastî ji vê gelekî girantir e.