Li Erdîşê avahiya şaredariyê, AKP û Saadetê din av êgir de ye

Li Erdîşê avahiya şaredariyê, AKP û Saadetê din av êgir de ye

Li navçeya Erdîş a Wanê di çalakiyên ji bo Kobanê de ku polîsan mudaxele kir, pevçûnên dijwar rû dan. Li bajêr dûman bilind dibin.  

Li gor agahiyên hatin wergirtin, li navçeyê avahiyên AKP, Partiya Saadet û Şaxa Halk Bankasi hatin şewitandin. Çalakvanan her wiha dikaneke çekan jî desteser kirin.

Çalakvan bi çekên desteser kirine bi polîsan re pev diçin. Piştî mudaxeleya polîs û leşkeran hin kesên nasnameya wan ne diyar avahiya Şaredariya DBP’ê dan ber agir. Di bûyeran de herî kêm 2 kes birîndar bûn. Her wiha navendeke trafo teqiya. Ji  navçeyê dûman bilind dibe.