Li Elmanyayê zanîngeha online ya ji bo penaberan

Li Elmanyayê, ji bo xwendekarên penaber ên ji derfetên madî bêpar in, lewma nikarin perwerdeyê bibînin, alternatîfeke nû tê pêşkêşkirin.

Li Elmanyayê, ji bo xwendekarên penaber ên ji derfetên madî bêpar in, lewma nikarin perwerdeyê bibînin, alternatîfeke nû tê pêşkêşkirin. Bi Zanîngeha Kîron re, ku ji aliyê du ciwanên Elman ve hat afirandin, bi tenê ji bo xwendekarên zanîngehê yên penaber, perwerdeya lîsansa online ya ji aliyê dewletê ve tê naskirin, tê dayîn.

Zanîngehê di meha Cotmehê de, bi hezaran xwendekaran re dest bi perwerdeya online kir. Ji bo zanîngeh karê xwe bi ser bixîne, alîkariyên jê re tên kirin, zêde dibin.

Karsazekî ciwan ê bi navê Vîncent Zîmmer û pisporê perwerdeya online Markûs Kressler, piştî xebata salekê, ji bo ciwanên penaber Zanîngeha Kîron a online vekirin.

BI RÊBAZA MOOC DERSÊ DIBÎNIN

Zanîngeha Kîron ku di meha Cotmehê de dest bi perwerdeyê kir û heta niha bi qasî hezar ciwanên penaber qeyda xwe li cem çê kiriye, hemû dersan bi rêbaza Dersa Vekirî ya Girseyî (Massive Open Online Course-MOOC) dide.

Gelek zanîngehên Elman, Amerîkî û Îngilîz qebûl kirine ku Zanîngeha Kîron bibe partnerê wan. Dersên Zanîngeha Kîronê bi formata dersa ji aliyê dewletê ve tê naskirin ve tê dayîn. Bi vî rengî pêşî li windabûna salan jî tê girtin.

6 FAKULTEYÊN CUDA YÊN JI DU ZIMANAN

Dersên zanîngehê li 6 fakulteyên cuda li qadên endezyarî, aborî, enformatîk, perwerdeya navbera çandan, ziman û mîmariyê tê dayîn. Xwendekar di du salên destpêkê yên zanîngehê de bi rêbaza MOOC bi zimanên Elmanî yan jî Îngilîzî perwerdeyê dibînin. Hin ji van dersan li zanîngehên biyanî yên navdar ên weke Harvard, Standford an jî Yale tên amadekirin.

Di çarçoveya bernameya perwerdeyê ya Zanîngeha Kîron de, ekîbên projeyê yan jî komên mentorîng hatine avakirin û ji bo hîndekariyê desteka pêwîst a teknîkî tê dayîn.

DI SALA SÊYEMÎN DE XWENDEKAR JI BO ZANÎNGEHEK LI EWROPA, AFRÎKA YAN JÎ AMERÎKA TÊN TEŞWÎQKIRIN

Di sala sêyemîn a zanîngehê de jî xwendekar ji bo zanîngeheke din a li Afrîka, Ewropa yan jî Amerîkayê tên teşwîqkirin. Dersên du salên destpêkê her çend ji aliyê zanîngehên navdar ên li welatên cuda ve hatibin amadekirin jî, di sala sêyemîn de xwendekar dikarin xwe bi hêsanî li zanîngeheke li van parzemînan qeyd bike.

JI BO HER XWENDEKARÊ/Î PÊWÎSTÎ BI 1200 EURO HEYE

Zanîngeha ku di meha Cotmehê de dest bi perwerdeyê kir, ji ber ku di statuya 'komeleya ji bo xêra cemaweriyê' de ye, bi temamî bi bexşan fînanse dibe. Ji bo lêçûnên 3 salan ên her xwendekarê/î pêwîstî bi 1.200 Euro heye.

Zanîngeha Kîron ku îsal 537 hezar Euro alîkarî jê re hat dayîn, ji bo karibe 3 salên perwerdeyê garantî bike, pêwîstiya xwe bi 663 hezar Euro alîkariyeke din heye. Heta niha 1.581 kesan alîkarî dane zanîngehê.