Li Elmanyayê 'kuştina ji ber namûsê' bi girtina heta bi hetayê hat cezakirin
Li Elmanyayê, hevjînên Pakîstanî yên ku keça xwe ji ber hebûna hevalekî xwe bi hinceta 'namûsa xwe gemarî kiriye' qetil kirin, bi ragirtina heta bi hetayê hatin cezakirin.

Di doza li Dadgeha Eyaletê ya Darmstadtê de, li hevjînên Pakîstanî yên keça xwe ya 19 salî di meha Çileyê de fetisandin, cezayê ragirtina heta bi hetayê birî.
Dozger di dozê de ragihand ku hevjînên Pakîstanî yên 52 salî û 41 salî, divê ji ber 'sûcê kuştinê' bi ragirtina heta bi hetayê werin cezakirin. Dozger diyar kir ku bav keça xwe di xew de fetisandiye, dayikê jî alîkarî daye.
Bi vî cezayê hatiye birîn re her du şexs wê nikaribin ji derfeta 'serbestberdana piştî ragirtina 15 salan' sûdê werbigirin û wê heta dawiya emrê xwe di girtîgehê de bimînin.