Li Elmanyayê, bi hezaran kes li dijî nîjadperestiyê derketin

Li dijî tevgera Pegîda ya li Elmanyayê bi çalakiyên xwe yên li hemberî biyaniyan tê naskirin, hêzên çep û demokrat çalakî pêk anîn.

Li dijî tevgera Pegîda ya li Elmanyayê bi çalakiyên xwe yên li hemberî biyaniyan tê naskirin, hêzên çep û demokrat çalakî pêk anîn. Bi hezaran kesên li bajarê Dresdenê li hev civiyan, bi stranên Noelê, li dijî nîjadperestiyê derketin.

Tevgera Welatparêzên Ewropî yên li dijî Îslambûna Rojava (Pegîda) bi beşdariya bi hezaran endamên xwe yên nîjadperest, li Konîgsûferê çalakiyek pêk anîn. Dijberên Pegîda jî li hemberî vê yekê ketin nava tevgerê. Li ser banga 'Dûrchgezaehlt' a li hemberî nîjadperestiyê hat avakirin, bi qasî 4 hear kes li Theaterplatz a Dresdenê li hev civiyan.

Dijberên nîjadperestiyê, li ber senfoniyên Beethoven, ji bo qebûlkirina penaberan li Elmanyayê, dirûşme qîriyan.

Danê êvarê bi qasî hezar kesên dijberên nîjadperestiyê, li ber stasyona trenê ya Dresden-Neûstadtê li hev civiyan, lê çalakiya wan rastî astengiya polîsan hat.

Pegîda ya ku di sala 2014'an de ava bû, her rojên Duşemê li Dresdenê çalakiyan lidar dixe û siyasetmedarên bi dijwariya xwe ya li biyaniyan tên naskirin, derdixînin ser dikê. Di mezintirîn çalakiya Pegîda ya îsal de 25 hezar kes amade bûn.

Însiyatîfa bi navê Dûrchgezaehlt a li dijî nîjadperestiyê hatiye avakirin, li hemberî çalakiyên Pegîda xwepêşandanan lidar dixe.