Li Elmanya û Fransayê rojeva êrîşên terorîstî

Li Elmanya û Fransayê endîşeya li ser êrîşên terorîstî dewam dike. Hat ragihandin, ku hişyariya li ser êrîşa terorê ya li hemberî bajarê Elmanya Munchenê, ji aliyê Iraqê ve hatiye dayîn.

Li Elmanya û Fransayê endîşeya li ser êrîşên terorîstî dewam dike. Hat ragihandin, ku hişyariya li ser êrîşa terorê ya li hemberî bajarê Elmanya Munchenê, ji aliyê Iraqê ve hatiye dayîn. Li Fransayê jî, kesekî ku duh bi wesayîta xwe êrîşî leşkerên li ber mizgeftê nobed digirtin kir, bi birîndarî hat girtin.

Li bajarê Elmanya Munchenê, ji ber îstîxbarata li ser êrîşeke gengaz a çeteyên DAIŞ'ê, di asta herî bilind de tedbîrên ewlekariyê di sersalê de hatibûn girtin.

Di nûçeyeke rojanmeya Suddeûtsche Zeîtûngê de hat îdîakirin, ku îxbara êrîşa terorê bi rêya sîxurekî li Iraqê hatiye ragihandin. Hat ragihandin ku Rêxistina Agahîwergirtinê ya Federal (BND), hişyariyên ji 23'ê Kanûnê û vir ve tên kirin, bi agahiyên ji Iraqê hatî re 'bêhtir cidî' dibîne.

Di nûçeyê de hat gotin ku plan tê kirin DAIŞ li hemberî du stasyonên trenê yên li Munchenê êrîşê bike û hişyariyeke bi heman rengî ji aliyê îstîxbarata Fransayê ve hat kirin.

Li Munchenê ji ber îstîxbarata li ser êrîşa terorî, di şeva sersalê de tedbîrên tund ên ewlekariyê hatibûn wergirtin.

Li Fransayê jî, ku di 13'ê Mijdarê de 130 kes ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatin qetilkirin, duh êrîşek li hemberî leşkeran hatibû kirin. 4 leşkerên li bajarê Valence mizgeftek dparastin, rastî êrîşa kesekî ku hewl da bi wesayîtê pê li wan bike, hatibûn.

Leşkeran gule berdan kesê ku bi wesayîtê bi ser wan de hat û ew birîndar kirin. Piştre bi birîndarî ew zevt kirin.

Der barê nasname û têkiliyên vî kesê êrîş kir de, ti agahî nehat dayîn.