Li Elmanya dawiya hefteyê greva rêyên hesinî heye
Li Elmanya dawiya hefteyê greva rêyên hesinî heye
Li Elmanya dawiya hefteyê greva rêyên hesinî heye
Wê têkoşîna xebatkarên rêyên hesinî yên Elmanya dawiya hefteyê jî dewam bike. Bi dehezaran makînîst û xebatkarên din ên rêyên hesinî tevahiya du rojan wê di grevê de bin.
Ji hevdîtinên di navbera Sendîkaya Makînîstan a Elman (GDL) û Dezgehên Rêyên Hesinî (Deutsche Bahn) tu encamek derneket. Piştî greva roja Çarşemê ya dehezaran karkeran ku hevdîtin pêk hatin, pêşniyarên ji aliyê Deutsche Bahn ji aliyê sendîkayê ve nehatin qebûlkirin. Wê grev îşev ji saet 02.00’an heta 04.00’an roja Duşemê dewam bikin.
Ji ber grev rastî betlaneya dibistanan a li du eyaletan dewam dike û li 7 eyalatan jî roja Duşemê wê destpê bike çavlirê ye ku trafîka li welêt bi awayekî neyênî bandor bibe. Deutsche Bahn jî, bi plana yedek a ji duh piştî nîvro ve kir meriyetê ji niha ve dest bi mexdûrkirina rêwiyan kir.