Li Êlihê terora dewletê: Ciwanek hate qetilkirin

Li Êlihê terora dewletê: Ciwanek hate qetilkirin

Di encama kesên di avahiya Huda-par a Êlihê de êrîşê girseyê kirin ciwanê bi navê Emrah Demîr (22) jiyana xwe ji dest da û gelek kes jî birîndar bûn.

Li Kolana Diyarbakir a Êlihê pevçûnên di navbera polîs û ciwanan berdewam dikin û kesên di avahiya Hudaparê de bûn girse gulebaran kirin û di encama gulebaranê de ciwnaê bi navê Emrah Demîr (22) jiyana xwe ji dest da û gelek kes jî birîndar bûn.

Hate zanîn ku cenazeyê Demîr rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Êlihê. Li Êlihê ji ber bûyerên du roj in berdewam dikin qedexeya derketina kolanan hate îlankirin. Piştî vê biryarê leşker ketin navenda bajêr.